Rêveberiya Xweser li dijî manîpulasyonan hişyarî da
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku hin alî hewl didin rastiya li herêmê berovajî bikin, bi taybet jî bûyerên li Minbicê.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku hin alî hewl didin rastiya li herêmê berovajî bikin, bi taybet jî bûyerên li Minbicê.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê geşedanên dawîn de daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
"Hemwextî geşedanên li Sûriyeyê, şerê ragihandinê yê ku hin alî bi rêbazên cuda didin meşandin, gurtir dibe. Armanc ji vî şerî têkbirina îradeya gel û berovajîkirina rastiyên ku li ser erdê diqewin.
Em teqez dikin ku êdî em van planên bi armanca têkbirina aramiya herêmê baş dizanin û diyar dikin ku her agahiyek an jî nirxandinek li ser bûyerekê pêwist e bi awayekî sereke ji aliyên me yên fermî werin girtin.
Em balê kişînin ser ku hin alî hewl didin rastiyê heyî berovajî bikin, bi taybet bûyerên li Minbicê diqewimin. Dixwazin lehengiya ku hêzên ewlekarî, leşkerî û şêniyên bajêr didin meşandin kêm were dîtin.
Em careke din bang li gelê xwe dikin ku li hemberî van hewldanan hişyar be.
Em pabendî parastina nirx û destkeftiyên gelê xwe ne û ji bo pêkanîna armancên xwe yên avakirina jiyaneke birûmet û îstîqrar dixebitin."