17 kesên xwestin bimeşin Taksîmê hatin destgîrkirin

17 kesên ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê Cejna Karkeran xwestin bimeşin Taksîmê hatin destgîrkirin.

Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), ji bo qedexekirina Taksîmê ji pîrozbahiyên 1'ê Gulanê şermezar bikin li Beşîktaşê li hev civiyan. Encamên SGDF'ê xwestin bimeşin Taksîmê. Lê belê li Bûlvara Barbarosê pêşî li wan hate girtin û 10 ji wan ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

7 kesên xwestin ji aliyê Şîşlî Cevahîr AVM'ê bimeşin Taksîmê bi lêdanê ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.