Li Bakirkoyê bi hezaran kesan bal kişandin ser tecrîdê
Li Bakirkoyê bi tevlêbûna bi sed hezaran kesan pîrozbahiya 1’ê Gulanê hate destpêkirin. Di pîrozbahiyan de bal hate kişandin ser grevên birçîbûnê. Bi hezaran kes bi xavikên spî hatin qadê.
Li Bakirkoyê bi tevlêbûna bi sed hezaran kesan pîrozbahiya 1’ê Gulanê hate destpêkirin. Di pîrozbahiyan de bal hate kişandin ser grevên birçîbûnê. Bi hezaran kes bi xavikên spî hatin qadê.
Li Stenbolê pîrozbahiya 1’ê Gulanê bi tevlêbûna sed hezaran kesan li qada Bakirkoyê hate destpêkirin. Ji 3 milan ve girse ber bi qadê meşiyan û bi coş ketin qadê.
JI BO GIRTIYAN 7 HEZAR XAVIKÊN SPÎ
Saziyên wekî KESK, TMMOB, HDP û HDK jî li Dîkîlîtaşê hatin ba hev. Ji bo balkişandina rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayikên girtiyan jî bi xavikên xwe yên spî tevlî tevlî meşê bûn. Hevberdevkên HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglû, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan bi xavikên spî yên ku dabûn dora stûyê xwe, ketin qadê. Di meşê de ‘Bila tecrîd bi dawî bibe, bila tu kes nemire’ hate vekirin û ji bo bi hezaran girtiyên di greva birçîbûnê de ne girseyê 7 hezar xavikên spî dan dora stûyê xwe. Bi hezaran kes jî bi bandajên ‘Leyla û Nasir’ meşiyan.
Ji bo balkişandina grevên birçîbûnê girseyan bi maskeyên spî devê xwe girtin û tecrîd protesto kirin.
Di meşê de pankarta ‘Bila HDP’yiyên girtî serbest werin berdan, azadî ji hemû girtiyên siyasî re’, ‘Heqîqet nayê tecrîdkirin’ û ‘Tecrîd nayê qebûlkirin’ hate vekirin.
Di meşê de polîsan destûr nedan ku girse bi pankartên ‘Bila tecrîd biqede, Leyla bijî’ têkeve qadê. Piştî nîqaşan girse tevî pankartan ketin qadê.