NAV-DEM’ê ji bo hilbijartina PE'yê bang li hilbijêrên Kurd kir
NAV-DEM’ê bang li hilbijêrên Kurd kir ku di hilbijartina Parlementoya Ewropayê de piştgiriyê bidin namzetên azadîxwaz.
NAV-DEM’ê bang li hilbijêrên Kurd kir ku di hilbijartina Parlementoya Ewropayê de piştgiriyê bidin namzetên azadîxwaz.
Hilbijartina Parlementoya Ewropayê (PE) wê di 23-26’ê Gulanê de were kirin. Di hilbijartinan de wê 705 endam ji bo salekê werin nûkirin.
Li Elmanyayê ya ku nifûsa wê herî zêde ye, wê 96 parlementer biçin Parlementoya Ewropayê.
Di lîsteya hilbijartinê ya Elmanyayê de namzetên Kurd jî hene. Li gorî Desteya Hilbijartinê ya Federal di vê hilbijartinê de 350 hezar Kurdistanî dikarin dengê xwe bidin.
NAV-DEM’ê daxuyanî da û got ku “Kurd çiqasî tevlî hilbijartinê bibin wê di dema pêş de wê ewqasî mûxatab werin girtin. Li Elmanyayê li ser komên polîtîk polîtîkayên krîmînînalîzasyonê hene ji ber vê jî em piştgiriyê didin namzetên çepgir, şoreşger, demokrat. Di heman demê de di xebatên hilbijartina Parlementoya Ewropayê de em bang li gelê xwe dikin ku bila dengê xwe bidin namzetên ku piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya Kurdan.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku namzetê NAV-DEM’ê yê hilbijartina Parlementoya Eyaleta Bremenê Mazlûm Koç e yê ku ji Partiya Çep (Dîe Lînke) bûye namzet. NAV-DEM’ê got ku “Em Kurd di vê hilbijartinê de piştgiriyê didin siyasetmedarê Kurd û ciwan Mazlûm Koç û Partiya Çep. Em bawer dikin ku kêşeyên me Mazlûm Koç dikare li Parlementoya Bremenê bîne ziman.”