‘Kes nikare me bêndeng bike!’

Malbatên xizmên wan di greva birçîbûnê de ne, xwestin çalakiya ‘Xeleka ji mirovan’ pêk bînin lê belê polîsên Tirk rê nedan. Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran, bertek nîşanî vê da û got: “Ne çar dîwar, ne jî ev dîwarê ji polîsan, nîkare me bêden bikin."

Malbatên xizmên girtiyan ku di greva birçîbûnê de ne, bi armanca balkişandina ser tecrîdê û piştgirî bidin berxwedêran xwestin ‘Xeleka ji mirovan’ pêk bînin. Polîsên Tirk çalakiya malbatan ku dixwestin li Kolana Gulastan pêk bînin, bi hinceta ku walitiya AKP’ê çalakî qedexe kiriye, nehişt ku malbat çalakiya xwe pêk bînin. Çalakiya ku rêveberên HDP’ê û palamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran jî di nav de bû, polîsên Tirk çalakî asteng kir. Lewma malbatan li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dan.

Parlamentera HDP’ê Ayşe Başaran got: “Malbat dixwazin hiqûq û destûra bingehîn pêk were û ev daxwazeke rewa û mafdar e. Bi zordestî dixwazin me bêdeng bikin lê belê ne çar dîwar ne jî ti astengî nikarin me bêdeng bike. Em ê li qada bin û li berxwe bidin.”