Polîsan li Gebzeyê êrîşî malbatan kirin: 4 kes destgîr kirin

Polîsên Tirk êrîş birin ser xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne yên li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Gebzeyê li hev civiyan. Di êrîşê de 4 kes bi lêdanê hatin destgîrkirin.

Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji bo dengê zarokên xwe bidin bihîstin ji 9'ê Nîsanê ve li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan Tîpa M a Gebzeyê di nobedê de ne.

Polîsên Tirk her roj êrîşî xizmên girtiyan dikin û îro jî 4 kes bi lêdanê destgîr kirin.

Parêzerên ku ji bo piştgiriya malbatan çûn ber girtîgehê bûn hedefa tundiya polîsan.

Dîmen û wêneyên ji aliyê parêzer û rojnamevanan ve hatin kişandin, ji aliyê polîsên Tirk ve hatin jêbirin.