Malbat wê her rojê li Esenyûrtê daxwazan qîr bikin
Malbatên li Qada Esenyûrt a ji bo xwedî li çalakvanên grevên birçîbûnê derbikevin dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn, anîn ziman ku wê her rojê daxwaz li vê qadê biqîrin.
Malbatên li Qada Esenyûrt a ji bo xwedî li çalakvanên grevên birçîbûnê derbikevin dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn, anîn ziman ku wê her rojê daxwaz li vê qadê biqîrin.
Çalakiya nobedê ya li navçeya Esenyûrt a Stenbolê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 8’an de ye.
Malbatên li Esenyûrtê hatin ba hev, bi armanca balê bikişînin ser grevên birçîbûnê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Polîsên ku malbat dorpêç kirin, piştre ji qadê dûrketin. Malbatan anî ziman ku ji bo dengê girtiyan bidin bihîstin, wê her rojê li qadê bin.