Li Gebzeyê terora polîsan: Li rêveberê HDP'ê Ay dan

Malbatên girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdê di grev birçîbûnê de ne, dema ku li ber Girtîgeha Gebzeyê nobed digirtin careke din bûn hedefa terora polîsan. Hevserokê HDP'ê yê Gebzeyê bi lêdanê hate destgîrkirin.

Malbatên ku hewl didin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de ne bidin bihîstin, di roja 23'an de li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya rûniştinê kirin.

Malbatên ku bi rêk û pêk her roj tên astengkirin û dibin hedefa êrîşan, beriya tevlî 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bibin danê sibehê li Gebzeyê li hev civiyan.

Polîsan dor li malbatan girtin û diyar kirin ku çalakî qedexe ye û wê destûrê nedin. Malbatan nerazîbûn nîşanî polîsan dan û diyar kirin, wê ji qadê neçin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Polîsan careke din êrîşî malbatan kirin, bi erdê re kaş kirin û ji cihê wan rakirin. Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Gebzeyê Îdrîs Ay bi lêdanê hate destgîrkirin. Ay piştî demekê hate berdan.

Malbatan ragihandin, wê roja Pêncşemê çalakiya xwe bidomînin û ji bo tevlî mîtînga 1'ê Gulanê ya li Bakirkoyê bibin ji ber girtîgehê çûn.

Polîsan her wiha wêne û dîmenên rojnamevanan ên dema çalakiyê kişandin bi zorê jê birin. Dîmenên di telefonên dayikan de jî bi zorê jê birin.