ROJEVA 2'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Gulana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Rewş û bûyerên li ser rojiya mirinê ya 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê wê bên şopandin, ku ji 30'ê Nîsanê ve li dijî tecrîdkirina Ocalan dest bi çalakiya xwe kirin.

- Yek ji siyasetmedarên Swîsreyê Ueli Leuenberger diyar kir, tecrîdkirina Ocalan şêweyekî êşkenceyê ye.

- Bi navê gerîla nameyek ji 15 girtiyên dest bi rojiya mirinê kirine hate şandin. Di nameyê de ku bi îmzeya Erdal Tolhildan hate nivîsandin, tê gotin, "Gaveke mîna 15'ê Tebaxê ku silav da 14'ê Tîrmehê wê teqez bê avêtin."

- Eşîrên li Sûriyeyê wê sibe bi pêşengiya MSD'ê li Eyn Îsayê li hev bicivin. Mijara civînê jî rewşa siyasî, leşkerî, aborî, çandî û civakî ya herêmê ye.

- Akademîsyen Kamûran Akin li Berlînê serdana berxwedêrên greva birçîbûnê Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl kir. Akin got, "Min moral ji hevalan wergirt."

- Hasbî Çakici ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Den Haagê dest bi greva birçîbûnê kir, 101 roj in li ber xwe dide.