Li Enqereyê bi deh hezaran kes dimeşin

Bi deh hezaran kes dimeşin meydana Tanbogayê ku wê 1'ê Gulanê lê were pîrozkirin. Di meşê de bi qîrîna dirûşman işaret bi tecrîdkirina Ocalan tê kirin.

Mîtînga 1'ê Gulanê ya li meydana Tanbogayê bi meşeke girseyî dest pê kir. Girseya gel a ku li ber Navenda Çandê ya Ataturk li hev civiya, bi kortejan ber bi qada mîtîngê ve dimeşe.

Li bendên kontrolê, pankartên girseyê yek bi yek hatin kontrolkirin. Di meşê de dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Ya bi hev re ya jî ti ji me", "Roj wê bê AKP wê hesab bide gel" tê qîrîn.

Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi wêneyên Leyla Guven û Nasir Yagiz kete nava qadê. Li korteja HDP'ê jinên bi xavikên spî dirûşmên "Bila Leyla Guven bijî", "Azadî ji zindanan re", "Leyla Guven rûmeta me ye" qîriyan.

Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10'ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) jî bi pankarta ji wêneyên 103 kesên di Komkujiya Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, kete nava qadê.