Polîsan êrîşî endamên HKP'ê kirin ên dixwestin bimeşin Taksîmê

Polîsên Tirk êrîşî endamên HKP'ê kirin ku dixwestin bimeşin Taksîmê û bi lêdanê gelek kes destgîr kirin.

Endamên Partiya Rizgariya Gel (HKP), ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê li Taksîmê, li Bûlvara Barbarosê ya Beşîktaşê li hev civiyan, lê bûn hedefa polîsan.

Koma ku li Bûlvarê li hev civiya, bi qîrîna dirûşman xwest ber bi Taksîmê ve bimeşe. Lê belê polîsan pêşî li komê girtin û endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HKP'ê û Serokê HKP'ê yê Îzmîrê parêzer Tacettîn Çolak, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HKP'ê û Serokê HKP'ê yê Bûrsayê parêzer Halîl Agirgol jî di nav de gelek kes bi lêdanê destgîr kirin.