Li Cizîrê protestoya qeyûm

Çalakiyên protestoyî yên li dijî dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariya Cizîrê didome.

Li dijî dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariya Cizîrê çalakiyên ku dest pê kiribûn didomin.

Îro jî gelê Cizîrê dagirkeriya qeyûm şermezar kir.

Wekîlên HDP'ê yên Şirnexê Nûran Imîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz û hevşaredar Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu jî di nav de gelek kes li Xaçerêyê hatin cem hev.

HDP'yiyan serdana esnafan kirin. Li kolana Organ Dogan yek bi yek serdana esnafan kirin û têkilî qeyûman gel agahdar kirin.

Dema serdanê gelek caran bi dirûşmeyna hate gotin, ''Cizîr a me ye'', ''Bijî berxwedana gel''. Şêniyên bajêr jî bi çepik û lîlandinan destek dan û qeyûm şermezar kirin

Imîr axaftineke kurt kir, got ew bi şêniyên bajêr şanaz û serfiraz in, her heftî jî sindoq werin danîn gel wê li vîna xwe xwedî derkeve. Imîr got,''qeyûm tê maneya nasnekirina vîna gel''.

Ozguneş ê HDP'yî jî got, ''Qeyûm nehiqûqî ye, talan e û dizî ye''.

Ozguneş her wiha diyar kir ew ê li dijî zextan têkoşîna xwe bidomînin û got,''AKP û MHP bi zextan nikarin xwe xilas bikin. Ên ku zilim kirin çûne ser sergoya dîrokê. Em ê biratiya gelan û jiyaneke birûmet bi têkoşîna xwe ava bikin.''