Şêniyên Bexdadê li ber qedexeya derketina derve rabûn

Li gel qedexeya derketina derve jî li paytexta Iraqê Bexdayê çalakiyên şermezarkirinê pêk hatin. Li Kerbelayê jî şer qewimî.

Li Iraqê ku ji bo têkbirina rejîmê çalakiyên şermezarkirinê pêk tên, artêşê ji doh bi şev heta serê sibehê li paytext Bexdayê derketina derve qedexe kiribû.

Li meydana Tehrîr a Bexdayê ji Pêncşemê ve şev û roj çalakî hene. Qedexeya derketina derve jî nekarî çalakgeran rawestîne. Di roja Duşemê de bi hezaran xwendekar tevlî çalakiyên protestoyî bûn. Çalakiyên xwendekaran li Bexdayê û bajarên li başûrê Iraqê pêk hatin.

Sendîkayên mamosteyan, parêzeran û doktorên diranan çalakiya rûniştinê û greva bêdawî ragihandin.

Nîvê şevê li dijî qedexeyê dengê qornayê û muzîkê ji hoparloran her bilind bû.

Çalakgerekî ji AFP'ê re got, "Qedexeya derketina derve tiştek neguhert. Ji hikumetê hebû ku em ê li malê bimînin. Lê qet welê nebû. Em bi biryardarî daketin qadan."

Li Kerbelayê jî nîvê şevê şerekî dijwar qewimî. Hêzên ewlekariyê li nêzî meclîsa bajêr fîşekên rastî bi kar anîn. Herî kêm çalakgerekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî bîlançoya fermî ji 1'ê Cotmehê ve herî kêm 240 kesî jiyana xwe ji dest dan.