Li Kerbelayê di xwepêşandanan de 18 kes hatin kuştin
Xwepêşandanên li Iraqê yên ji bo têkbirina hikumetê didomin. Di xwepêşandanên Kerbelayê de 18 kes hatin kuştin.
Xwepêşandanên li Iraqê yên ji bo têkbirina hikumetê didomin. Di xwepêşandanên Kerbelayê de 18 kes hatin kuştin.
Li Iraqê xwepêşandanên li dijî hikumetê li Bexda û bajarên din ên Iraqê berdewam dikin. Xwepêşandan ketine roja pêncem de û duh bi şev jî aloz derbaz bû.
Hate ragihandin ku doh bi şev hêzên ewlekariyê li Kerbelayê êriş birin ser xwepêşandêran. Li gorî agahiyan di destwerdanê de çek hatin bikaranîn û di encamê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Şêniyên Bexda û Necefê jî doh bi şev li qadan bûn. Hêzên ewlekariyê li Bexda bi bombeyên gazê êrîşê xwepêşandêran kir û li Necef jî heman alozî çêbû.
Li gorî bîlançoya fermî ji 1'ê Cotmehê ve herî kêm 240 kesî jiyana xwe ji dest dan.