Gûstîlk, laçik û bazina bi êş
Di wê kêliya merasîmê de bi tena xwe tenha ye, dilê wê disoje, bi rûyê xwe yê mat, xemgîn û serbilind e.
Di wê kêliya merasîmê de bi tena xwe tenha ye, dilê wê disoje, bi rûyê xwe yê mat, xemgîn û serbilind e.
Cenazeyên endamê Komîteya Karê Derve ya KCK’ê Demhat Egîd (Seyîdxan Ayaz) û endamê Komîteya Tenduristiyê Cemîl Amed (Eser Irmak) ku 15’ê Cotmehê li Silêmaniyê hatin qetilkirin, li Binarê Qendîlê ji aliyê hezaran kesan ve bi merasîmekê hatin veşartin. Di 23’ê Cotmehê de bi hezaran welatparêz, li bajarên Başurê Kurdistanê, ji bo beşdarê merasîma pêşengen PKK’ê bibin, ber bi çiyayê Qendilê ve û bi hezar wesayît, otomobil û konvoyan birêketibun. Her wiha ev dayika ku li Başûrê Kurdistanê ji bo beşdarî merasîma şoreşên bibe, bi êşa xwe ya hezar salan, bi gustîlk û bazina destên xwe bi laçika xwe ya spî lişehidgeha Mehmet Karasungur, li çiyayên Qendîlê, serbilinde, dilê wê disoje, xemgîn e.
Ev dayik, ji ber sedema şer û qeyrana li Surîyê, ji Rojava ber bi Başûrê Kurdistanê ve koçber bûye. Ev dayik bi eslê xwe ji bajarê Kobanê ye. Di 3’ê Cotmehê de ji mala xwe derdikeve, nerazîbuna xwe li hember qetilkirina zarokên Kurdan destnîşan dike. Dayika Kurd, berî cenazeyên her du şoreşgerên PKK’ê bê veşartin, xayîntîya di nav Kurdan de bi lêv dike û wiha dibêje ‘‘şehîdxistina zarokên me ne qedere. Hinek Kurd di nav xwe de yekitîyê napejirînin, divê zarokên me neyên qetilkirin’’. Ev dayik bi dilekî êş, ji bo beşdarê merasima şoreşgerên PKK’ê Cemîl Amed û Demhat Egid bibe, di wê kêlîya merasim û ax spartinê de bi tena xwe tenha ye, dilê wê disoje, bi rûyê xwe yê mat, xemgîn û serbilind e. Ji bo van her du şoreşgeran, di koça wan ya dawîyê de oxir bike, bilîlîne, bi xemgînîya xwe û li ser axa hezar salan, bi rengên kesk, sor zer, êşa Kurdan, êşa van her dû şoreşgeran, şehîdxistina van şoreşgeran, bi dilê xwe bi gustilka xwe bi laçika spî, bi bazinên xwe li çiyayên Qendîlê, li ser vê axê, birîna Kurdan, birîna xwe bi vê wêneyê ji objektîfa me re qise dike…