ROJEVA 30’Ê COTMEHA 2019’AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30’ê Cotmeha 2019’an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30’ê Cotmeha 2019’an.
Bûyerên der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewlet a Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.
Çalakiyên ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk pêk tên wê werin şopandin.
Nobedarên vê hefteyê yên nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku kete hefteya 384’an Kurdên li Danîmarkayê ne.
Zarokên ji Dirbêsiyê ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk mexdûr bûne dibêjin, ew nikarin biçin dibistanê, bêriya jiyana xwe ya beriya dagirkeriyê kirine û dixwazin li gundê xwe vegerin.
Ji partiyên mûxalefetê yên Elmanyayê Partiya Çep diyar kir ku wê piştgiriyê bidin 2’ê Mijdarê Roja Berxwedana Dinyayê ya ji bo Rojava.
Meclîsa Nûneran a DYE’yê pêşnûme qanûnek qebûl kir ku pêşnûme pêkanînan li Serokkomarê Tirk Erdogan û şîrketên bi artêşa Tirk re dixebitin ferz dike.
Meclîsa şaredariya bajarê Rana yê Norwêcê amadekariyan dike ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwestê nîşan bide.
Li Brîtanyayê têkoşîna Brexîtê bi wergirtina biryara hilbijartina pêşwext derbasî qonaxeke nû bû.