Desteya Jinê ya di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ya Herêma Cizîrê der barê komkujî û qirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek weşand û bang li Rêxistina Mafên Mirovan a Cîhanê kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em weke desteya jin ya girêdayî rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji bo ewlehî, lênêrîn û parastina zarokan dixebitin, ên ku dê û bavên xwe di encama êrişên li ser herêmên rêveberiyê de winda kirine, hejmara zarokên di navenda me ya parastinê de, nemaze piştî ku dewleta Tirkiyê Efrîn dagir kir, gihîşt 61 zarokî bû. Lê belê bi destpêkirina dagirkeriya Tirkiyê re, li ser herêmên rojhilatê Firatê, ev hejmar zêde kir, gihîşt 70 zarokî.
‘ARMANCA DEWLETA TIRK JI ÊRÎŞÊN WÊ DIYAR DIBE’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dagirkeriya barbar a dewleta Tirkiyeyê bi ti awayî nabe ku bê pejirandin û hate gotin, “Armanca dagirkeriya Tirkiyeyê ji êrîşên wê eşkere ye. Ya herî berbiçav jî dubarekirina zindîkirina DAÎŞ’ê ye. Dagirkirina herêmê ye di bin hêcet û derewa ‘herêma ewle’. Her wiha dixebite ku guhertinên demografîk li herêmê pêk bîne bi hêceta ‘vegerandina penaberên Sûriyê’, komkujî û qirkirin li dijî pêkhateyên herêmê ku bi hev re biryar dan ku xwe bi rengekî demokratîk û beşdar birêve bibin pêk anîn.”
‘TIRKIYE BÛYE KORÎDORA TERORÎSTAN’
Desteya Jinê ragihand ku dewleta Tirk di vê dagirkeriyê de, her cûreyên çekan bikar tîne, di nav de yên ku navneteweyî jî qedexe kirîne û destnîşan kir, “Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk, bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî, xelîfeya Daîş li Sûriyê têk birin, ew xelifeta ku Tirkiye bi eşkere piştgirî dayê ji çek, perwerdekirin, delalet, rênîşandan û vekirina sînor ji terorîstên xwe re, Tirkiyê bûye korîdora terorîst a van terorîstên ku ne bi tenê di nav herêmê de, lê li welatên cuda yên cîhanê bi riya kiryarên terorîstî armanc girtin.”
‘KIRYARÊN DEWLETA TIRK JI SÛCÊN DAÎŞ’Ê NE CUDATIR IN’
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku mirovahiyê tecrûbeya dagirkirina Efrînê dît û hate gotin, “Em dibînin û bawer dikin ku ev tecruba tenê bes e, ku îsbat bike ku Tirkiye ji bo herêmê tu xêrê naxwaze. Artêş û komên çete yên tundrew yên girêdayî wê, bi hezaran tawan û binpêkirin li Efrînê pêk anîn, ji kuştin, revandin, destavêtin, koçberîkirin, talan, guhartina demografîk û hwd. ev kiryar ji sûcên ku bi destê Daîşê hatine kirin, ne cûda ne. Niha jî dixebite ji bo ku vê senaryo li herêmên rojhilatê Firatê dubare bike.
Tirkiyê û komên wê yên tundrew dest bi dubarekirina vê senaryo li herêmên (Girê spî- Serêkaniyê) kirin. Her wiha gelek sûcên şer û binpêkirin li her du bajaran pêk anîn, ji kuştina sivîl, siyasetmedar, çalakvan û rojnamavan, hejmara sivîlên ku ji aliye dagirkeriya Tirk ve jiyana xwe ji dest dane gihîşt zêdetirî 251 kesî, di nav de bi dehan zarok jî hebûn, hejmara birîndaran gihîşt 1100 kesî.
Ji ber ku em ji parastina û lênêrîna zarokên ku ji şer bandor bûne re eleqedar in, me erka xwe ya exlaqî kir û hîn jî li hember wan dikin ji aliyê çavdêrîkirin, parastin û ewlehî û dabînkirina hemû pêdeviyên ku jiyaneke bi rûmet peyda bikin. Ji ber vê yekê em bang li rêxistinên mafên mirovan û mirovahiyê û hemû aliyên peywendîdar dikin, ji bo ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku dagirkeriya xwe ya vê dawiyê ya li rojhilatê Firatê rawestîne, ji bo ku zarokên me di civakek azad, exlaqî, demokratîk, wekhev, dadperwer û aştiyane de bikarin di nav aramî û ewlehiyê de bijîn.”