Li Ewropayê wê rewşa Tirkiyeyê û doza Kurdan werin nîqaşkirin
Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê demokrasiya li Tirkiyeyê, qeyyûm û doza Kurdan xistiye rojeva xwe û îro piştî saet 14.00’an wê li Desteya Giştî nîqaşan bike.
Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê demokrasiya li Tirkiyeyê, qeyyûm û doza Kurdan xistiye rojeva xwe û îro piştî saet 14.00’an wê li Desteya Giştî nîqaşan bike.
Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê berê jî rapora li ser encamên hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adarê de xistibû rojeva xwe û vê carê jî biryar da ku bi berfirehî li ser polîtîkaya qeyyûman û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava bisekine.
Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê doza Kurdan xistiye rojeva xwe û wê diyar bike ku ew li hemberî êrîşên li ser gelê Kurd ne bêdeng e û ew ê nerazîbûna xwe ragihîne ji Enqere û paytextên Ewropayê re.
Tê diyarkirin ku wê nîqaş du saetan bidome û bi awayekî berfireh wê li ser demokrasiya li Tirkiyeyê were sekinandin. Di heman demê de wê helwesta li hemberî desteserkirina şaredariyan û polîtîkaya qeyyûman jî were diyarkirin.
Li ser navê HDP’ê heyetek jî tevlî rûniştinên kongreyê bûne.
Hevşaredara Silopiyê ya HDP’ê Adalet Fîdan, Hevşaredarê Qersê yê HDP’ê Ayhan Bîlgen, Nûnerê HDP’ê yê li Konseya Ewropayê Fayik Yagizay û şêwirmendên HDP’ê yên ji rêveberiyên herêmî berpirsyar di nav heyetê de cih digirin. Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin wê heyeta HDP’ê Serokê Kongreyê Andreas Knape jî tê de, bi gelek heyetên dewletên wekî Elmanya û Fransayê hevdîtinan bike.
Heyeta HDP’ê dixwaze ku Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê li hemberî Tirkiyeyê xwedî li prensîbên xwe derkeve û peywirên xwe bi cih bîne.
Hate hînbûn ku heyeta HDP’ê wê heta roja Pêncşemê hevdîtinan bidomîne. Li gorî agahiyên ku me ji kûlîsan wergirtiye, roja Sêşemê di civîna Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê de gelek welatên endam li hemberî polîtîkaya qeyyûman û êrîşên dagirker ên Rojava nerazîbûna xwe diyar kirine.