Meclîsa Nûneran a DYE’yê qirkirina Ermeniyan nas kir

Meclîsa Nûnera a meclîsa girêdayî Kongreya DYE’yê ye, pêşnûmeya naskirina fermî ya Qirkirina Ermeniyan a 1915’an erê kir. Pêşnûme wê piştî demek kin pêşkêşî Senetoya DYE’yê bê kirin.

Meclîsa Nûnera a meclîsa girêdayî Kongreya DY’yê ye, pêşnûmeya naskirina fermî ya Qirkirina Ermeniyan a 1915’an erê kir. Pêşnûme wê piştî demek kin pêşkêşî dengdayîna Senetoya DYE’yê bê kirin.

Di pêşnûme biryara Serokê Komîteya Peywendiyên Meclîsa Nûneran û wekîlê Demokrat ê Calîfornîa Adam Schîff a 11’ê Nîsanê pêş kêş kirî de ev hatibû gotin: “Divê Meclîsa Nûneran Qirkirina Emeniyan nas bike û bîranîna wê weke polîtîkaya DYE’yê dibînin. “

Her wiha Serokê DYE’yê Donald Trûmp têkildarî 20’ê Nîsanê ku salvegera Qirkirina Ermenî ya 1915’an daxuyaniyek da bû û îfadeya ‘Karesata Mezin’ bikar anîbû.