Berxwedan mirov dibe serfiraziyê

Berxwedan a ku afirînera serfiraziyê ye, ji bo Kurdan dermanê hemû derdan e. Li ser esasê hin lîstik û bazariyan hewl tê dayîn ku hêzên azadî û parastinê ji Kurdistanê werin derxistin. Di van şertan de tişta rastîn berxwedan e.

Di 9’ê Cotmehê de dewleta Tirk êrîşên dagirker biribû ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di van panzdeh rojan de gelek geşedanên dîrokî pêk hatin. Berê li ser xeta Serê Kaniyê û Girê Spî di navbera artêşa Tirk a dagirker û QSD’ê de neh rojan şerekî giran pêk hat. Piştre di 17’ê Cotmehê de di navbera DYE û Tirkiyeyê de peymanek hate îmzekirin û pênc rojan agirbest hate ragihandin. Piştî vê agirbestê di navbera Federasyona Rûsyayê û Tirkiyeyê de di 22’ê Cotmehê de peymanek hate çêkirin û agirbest şeş rojan hate dirêjkirin.

Di aktorên derve yên qadê de guherîn pêk hat. DYE xwe vekişand û cihê xwe da Federasyona Rûsyayê. Hin fikir û îddîa hene ku ev li ser bingeha peymana DYE û Rûsyayê ne. Jixwe peymanên di navbera Tirkiye, DYE û Rûsyayê de jî dibin dûmahîka hev. Naveroka van peymanan li ser navê ‘sekinandina Tirkiyeyê’ tê wateya ku dagirkeriya dewleta Tirk meşrû were dîtin û QSD were lawazkirin. Ji ber ku li ser QSD tê ferzkirin ku ew hêzên xwe 30 kîlometreyan vekişînin başûr.

Heke vekişandineke wisa be, tê wateya ku YPG û YPJ ên ku hêzên parastina Kurdan e, ji Rojava werin derxistin û wateya wê winda dibe. Heke vekişandineke wisa pêk were, civaka Kurd a li Rojava wê tevî YPG û YPJ’ê ji qadê derkevin û ev tişt ji bo hemû kesan wê rê li ber kêşeyan veke. Ji bo Kurdan jî wê Tirkiye qirkirina li Bakurê Kurdistanê li Rojava bide belavkirin.

Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD ji aliyekî ve li hemberî êrîşên dagirker bi qehremanî li ber xwe didin û ji aliyê din ve jî rêveberiya Şamê jî di nav de bi gelek alîyan re hevdîtinên dîplomatîk dikin. Li ser vî esasî Yekîtiya Ewropayê û Yekîtiya Ereban Ii hemberî dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûnê nîşan didin, ya girîng jî hevdîtinên bi rêveberiyên Rûsya û Şamê ne. Di vî warî de heta niha wer xuya dike ku bi peymana Tirkiye û Rûsyayê wê hinek leşkerên Sûriyeyê biçin herêmên ku nakokî lê hene. Fermandariya Giştî ya QSD’ê jî got ku “Me agirbest qebûl kiriye û em xalên din jî dinirxînin.”

Halê hazir hin şer çêdibin û tê dîtin ku çalakî û nîqaşên dîplomatîk jî tê kirin. Di heman demê de civak jî bi fikar in. Ji aliyekî ku di navbera hêzên serwer de li ser Kurdistanê hin bazarî tê kirin û ji aliyê din ve jî Kurd û hemû mirovayetî ji bo azadiya Kurdan çalakiyan li dar dixin. Wekî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, 2’ê Mijdarê jî Roja Rojava Cîhanê hatiye îlankirin. Tê payîn ku di 2’ê Mijdarê de çalakiyên girseyî yên xurt werin lidarxistin.

Di van geşedanên di panzdeh rojan de rewşa aktorên sereke em dikarin çawa binirxînin? Gelekî zelal e ku DYE sozên xwe bi cih neanîye û îtîbara wê kêm bûye. A niha ji xeynî nobedariya wê ya li ber bîrên petrolê, hebûna wê ya leşkerî kêm bûye. Rûsya jî pêşiya êrîşên dagirker ên Tirk vekiriye û deriyê axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekiriye. Îran aciz e lê heta niha bêdeng e. Yekîtiya Ewropayê ya ku ji xetereya DAÎŞ’ê ditirse, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a ku deriyê xwe ji DAÎŞ’ê re vekiriye, gelekî çalak e. Nayê zanîn ku rewşa Rêveberiya Şamê çawa ye û dikare çi bike.

Bêguman hêza herî çalak û dînamîk a vê pêvajoyê QSD û Kurd in.Kurd di serî de, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şervanên QSD’ê di şerê 9 rojan de, berxwedaneke bêhempa kirin û careke din bêhna faşîzma AKP û MHP’ê çikandin. Ev berxwedan bû sedem ku faşîzma AKP û MHP’ê agirbestê îlan bikin. Ji ber vê jî divê vê berxwedana pîroz û ya ku berxwedêrên vê berxwedanê jê re dibêjin ‘Berxwedana Rûmetê’ divê baş were fêmkirin û encamê wê rast binirxîne. Erê şehîd û birîndar hene lê di encama vî tiştî de encamên dîrokî hatine bidestxistin.Dibe ku ev şer di nava demeke kin de li Enqere, Şam û Washîngtonê bibe sedema guherandina desthilatdariyê.

Eşkere ye ku ji bo Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destketiyên dîrokî hatine afirandin. Dinya hemû destekê dide nêrîna 'divê li ser bingeha azadiya gelan Sûriyeyeke demokratîk a nû bê avakirin'. Kurd, têkoşîna azadiyê ya Kurdan li çar aliyên dinyayê ji aliyê gelan, jinan û bindestan ve hate naskirin û tê destekkirin. Ji bo 2'ê Mijdarê banga berxwedana navneteweyî ya ji bo Rojava hate kirin. Ji bo gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ku ji aliyê mêtingeran ve hatibûn tecrîdkirin û nikarîbûn bi hêsanî ji xwe re dostan peyda bikin, ev rewş di asta dîrokî de girîng e. Her wiha siyaseta Kurdan a ku her tim parçebûyî bû li dora berxwedanê bû xwedî sekn û ruhekî yekîtiyê. Ev yek ji bo Kurdan pêşketineke di asta şoreşê de ye. Herî dawî ji bo Kurdan pîvana 'Teslîmiyet xiyanet e, berxwedan serketin e' careke din piştrast bûye.

Di vê demê de ku qijikên ser berata gelekî li ser bazara Kurd difirin, mijara ku me herî dawî destnîşan kir mîna ku dermanê her tiştî ye. Tevî eşkerekirina her şêwe nediyariyê û rewşa xumamî, qewînkirina paşerojê jî bi wê ve girêdayî ye. Berxwedana ku afirînera serketinê ye, ji bo Kurdan dermanê her derdî ye. Bi taybetî di nava vê rewşê de ku li ser bingeha lîstik û bazariyên cuda dixwazin ku hêzên azadiyê û parastinê ji Kurdistanê bê derxistin û ji bo vê jî çoyê dewleta Tirk li dijî şêniyên herêmê timî tê bikaranîn, berxwedan bêguman rêya herî rast e. Divê Kurd û xelk hemû ji vê rêya rast şaş nebin.

Bi piştevaniya hêzên modernîteya kapîtalîst a global dewleta TC dixwaze qirkirina Kurdan mezin bike û jê bê dixwaze Kurdan qir bike. Li Bakurê Kurdistanê terora faşîst-qirker a heta niha nehatiye dîtin bi vê armancê pêk tîne. Armanca bingehîn a êrîşa piralî ya dewleta Tirk a li dijî Başûr bi vî rengî ye. Niha bi heman armancê êrîşî Rojava dike. Dixwazin bitirsînin û birevînin, bişewitînin û talan bikin û bi vî rengî Kurdan ji her du aliyên sînor ji warê wan sirgûn bikin û li şûna wan jî çeteyên faşîst bi cih bikin. Li pêş çavan dixwaze demografiyê biguherîne û Kurdistanê bê Kurd bihêle.

Li dijî van hemûyan wê yekane helwesta Kurdên li Rojava berxwedan be û xurtkirina vê berxwedanê bi her rêbazê be. Bi qasî şerê li eniyê yê li dijî êrîşkariya dagirker girîng e ku kes mala xwe, gund, tax, xak û herêma xwe ti carî neterikîne û jiyanê û mirinê li ser xaka xwe bipejirîne. Bi vî rengî wê lîstik û êrîş bên têk birin. Wê pîvana Rêberê Gelê Kurd Ocalan ku digot, 'Dinya jî bi ser me ve bê em ê ti carî dest ji mafên xwe yên rewa yên neteweyî û demokratîk bernedin' bi rengekî serketî bixin meriyetê. Wezîfeya sereke ya vê yekê jî neterikandina warê xwe ye û li ser vê bingehê têkbirina plana qirkirinê ye. Wê ev wezîfe bi rengekî serketî pêk were. Em bihêlin kî ber bi ku ve diçe bila biçe, lê belê Kurd wê malên xwe, wê warê xwe ti carî neterikînin. Li ser vê bingehê wê bi pîvana welatparêziyê ya Apoyî girêdayî bimînin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka