Ji bo dûrxistina ji wezîfeyê ya Serokwezîrê Iraqê li hev kirin
Piştevanên bingehîn ên Serokwezîrê Iraqê Adil Abdul Mehdî diyar kirin ku di mijara dûrxistina Serokwezîr ji wezîfeyê wan li hev kirine.
Piştevanên bingehîn ên Serokwezîrê Iraqê Adil Abdul Mehdî diyar kirin ku di mijara dûrxistina Serokwezîr ji wezîfeyê wan li hev kirine.
Çalakiyên şermezarkirinê yên li Iraqê didomin ku li dijî hikumetê pêk tên.
Lîderê Şîa Muqteda El Sadr ku koma herî mezin a li parlamentê ya wan e, ji bo destnîşankirina stratejiyekê bi hevrikê xwe yê alîgirê Îranê Hadî El Amîrî re têkilî danî.
Hadî El Amîrî ku serkêşê tifaqa milîsên Şîa ku koma duyemîn a herî mezin a li parlamentê ye, êvara Sêşemê belavokek weşand û diyar kir ku ew alîgirê dûrxistina Adil Abdul Mehdî ya ji wezîfeyê ne.
Amîrî got, "Ji bo berjewendiyên gelê Iraqê û rizgarkirina welêt em ê bi hev re bixebitin."
Li Iraqê ji 1'ê Cotmehê ve li dijî karên ne li rê yên hikumetê xwepêşandan tên kirin û ji hingî ve ji ber destwerdana hêzên ewlekariyê yên Iraqê zêdeyî 250 kesan jiyana xwe ji dest dan.