Ozgur Ozel: Ji bo çareseriyê em berpirsiyariya xwe dizanin

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd di bin banê Meclîsê de, li gel hemû beşên civakê û bi awayekî zelal were çareserkirin û got: ‘’Em berpirsiyariya xwe ya têkildarî çareseriyê dizanin.’’

Serokê Giştî yê Partiya Komarê ya Gel (CHP) Ozgur Ozel piştî banga Rêber Apo ya dîrokî daxuyaniyek da.

Ozel li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek da û got: ‘’Weke CHP’ê em helwesta xwe ya dîrokî ya çareserkirina hemû pirsgirêkên welatê me ya bi rêyên demokratîk didomînin.’’

‘EM Ê PIŞTGIRIYÊ BIDIN’

Ozel diyar kir ku ew helwesta xwe ya ku divê pirsgirêka Kurd di bin banê Meclîsê de, li gel hemû beşên civakê û bi awayekî zelal were çareserkirin, didomînin û got: ‘’Ji bo demokrasî, dewleta hiqiqê û aşitiya civakî û ji bo çareseriya di çarçoveya nêrîna hemû civakê, êrêkirina malbatên şehîdan, gaziyan û hemû mexdûran de em berpirsiyariya xwe dizanin. Em ê tevkariyên xwe bidomînin.’’

Ozel ev yek jî anîn ziman: ‘’Bêguman mijarên wiha ne bi daxwazan, bi bawerî û kiryaran tên çareserkirin. Çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bi dabînkirina aşitiya navxweyî pêkan e. Aşitiya navxweyî jî dê ne bi pergaleke otorîter, dê bi rêyên demokratîk, bicihanîna rêgezên dewleta hiqûqî, edalet û wekheviyê were dabînkirin. Bi qasî sererastkirinên qanûnî yên ji bo demokratîkbûyînê, bidawîbûna kiryarên derqanûnî û binpêkirinên li dijî qanûna bingehîn jî girîng in. CHP dê destûrê nede ku tu meqam, mewkî û aktor di çarçoveya hedefên xwe yên siyasî de daxwazên civakê yên têkildarî aşitî û demokrasiyê îstîsmar bikin. Girêdayî rêgeza  ‘‘Li cîhanê aşitî, li welêt aşitî’’ya damezrînerê Komar û partiya me Mustafa Kemal Ataturk, em ê hemû caran piştgiriyê bidin hewlên ji bo aşitî û demokrasiyê û li dijî şer, teror, pevçûn û otokrasiyê bisekinin.’’