Mesûd Barzanî piştgirî da banga Rêber Apo

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî piştî peyama dîrokî ya Rêber Apo ji aliyê şandeya DEM Partî ve li Stenbolê hate parve kirin, peyamek da û piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê nîşan da.

Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî piştî peyama dîrokî ya Rêber Apo ji aliyê şandeya DEM Partî ve li Stenbolê hate parve kirin, peyamek da û piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê nîşan da.

Peyama Mesûd Barzanî wiha ye: “Helwesta me ya di derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiye nehatiye guherîn, bi hemû hewl û derfetên xwe em piştgiriya vê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye dikin. Aştî yekane rêya rast a çareserkirina pirsgirêkan e. Hêvîdarin ku peyama Birêz Ocalan ji bo pêvajoya aştiyê pêk were bibe destpêkek. Peyam bigihêje encamekê ku berjewendiyê her kesê têde hebe.”