Hevdîtina dîrokî ya bi Rêber Apo re bi dawî bû
Heyeta ji 7 kesan piştî ku bi Rêber Apo re hevdîtineke dîrokî kir, ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Heyeta ji 7 kesan piştî ku bi Rêber Apo re hevdîtineke dîrokî kir, ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Ahmet Turk, Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tûncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tê, bi Rêber Apo re hevdîtin kir.
Koma Çapemeniyê ya DEM Partiyê ragihand ku hevdîtin bi dawî bûye û heyet vedigere.
Heyet wê saet di 17:00 de li Stenbolê banga dîrokî ya Rêber Apo bi raya giştî re parve bike.