Herî kêm 300 rojnamevan wê banga Rêber Apo bişopînin
Hate ragihandin ku herî kêm 300 rojnamevan wê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan bişopînin.
Hate ragihandin ku herî kêm 300 rojnamevan wê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan bişopînin.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê hevdîtin bi Rêber Apo re kir û vegeriya.
Heyet wê li Taksîm a Stenbolê li Elit World Otelê saet di 17:00 de daxuyaniyê bide.
Hate ragihandin ku nêzî 300 rojnamevanan ji bo şopandina daxuyaniyê serlêdana akredîtasyonê kirine. Li gorî agahiyan çapemeniya navneteweyî daxuyaniyê ji nêz ve dişopîne.