Qubat Talabanî: Birêz Ocalan careke din deriyê çareseriyê vekir

Cigirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî diyar kir ku Rêber Apo careke din deriyê çareseriya aştiyane û demokratîk vekir û xwest her kes ji bo serxistina pêvajoyê berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Cigirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê banga Rêber Apo de daxuyaniyek da û got: “Gelê Kurd tim aştîxwaz bûye û weke rêya herî dawî ji bo parastina mafê xwe û hebûna xwe dest daye çekê. Birêz Abdullah Ocalan careke din deriyê aştî û çareseriyeke aştiyane û demokratîk ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê vekir. Dest bi qonaxeke nû ya têkoşîna siyasî ya Kurdan li Tirkiyeyê kir. Hêvîdarin û daxwaz dikin ku vê carê ev pêvajo bi encameke bi dil ji bo gelê Kurd û Tirkiye dawî bibe, li ser bingehê bi hev re bijîn. Erkê her kesê ye ku bi pêşwazî li peyama Birêz Ocalan bike û ji bo serxistina pêvajoyê hevkar bin.”