Raportorê Tirkiye yê YE’yê: Bang destpêka herî baş a ji bo çareseriyê ye
Raportorê Tirkiye yê Yekîtiya Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor diyar kir ku banga Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd destpêka herî baş e.
Raportorê Tirkiye yê Yekîtiya Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor diyar kir ku banga Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd destpêka herî baş e.
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) banga dîrokî ya Rêber Apo li Stenbolê bi raya giştî re parve kir.
Raportorê Tirkiye yê Yekîtiya Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor piştî daxuyaniyê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parvekirinek kir û diyar kir ku banga Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd destpêka herî baş e.
Nacho Sanchez Amor wiha got: “Abdullah Ocalan îro banga çek danînê û fesih kirinê li PKK’ê kir, ev gavekî dîrokî ye ku bi dlxweşî tê pêşwazîkirin.”