Mazlûm Ebdî: Ger pêvajo ser bikeve wê demê hincetên Tirkiyeyê ji bo êrîşê jî namînin 

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku ger di navbera PKK û Tirkiyeyê de aştiyek pêk were, dê ev yek bandoreke erênî li herêma me jî bike û got: "Ger ev pêvajo ser bikeve wê demê tu hincetên Tirkiyeyê namînin ku êrîşî herêmên me bike."

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi rêya Zoomê beşdarî civîna çapemeniyê ya ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve li Koma Çapemeniya Neteweyî ya li Washingtonê bû û têkildarî rewşa Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û banga Rêber Apo ya dîrokî axivî. 

Ebdî têkildarî banga dîrokî ev yek anîn ziman: "Banga Birêz Ocalan ji bo PKK’ê û gerîlayên PKK’ê ye. Rasterast ne ji bo herêma bû. Peyama ku ji Başûrê Kurdistanê û deverên din re şandî, ji bo me jî şand."

Ebdî diyar kir ku peyama Rêber Apo banga aştiyê û geşedaneke erênî ye û got ku ger were sepandin dê demokrasiya Tirkiyeyê zêdetir pêş bikeve.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî wiha dewam kir: "Ger di navbera PKK û Tirkiyeyê de aşitiyek pêk were, dê ev yek bandoreke erênî li herêma me jî bike. Ger ev pêvajo ser bikeve dê bandoreke erênî li me jî bike û dê tu hincetên Tirkiyeyê nemînin ku êrîşî herêmên me bike.’’