Pûtîn plana xwe ya ji bo Ûkraynayê berfireh kir: Ûkrayna hemû ya me ye
Li gel krîzên li Rojhilata Navîn, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn ragihand ku wî armancên xwe yên ji bo şerê li Ûkraynayê berfireh kiriye.
Li gel krîzên li Rojhilata Navîn, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn ragihand ku wî armancên xwe yên ji bo şerê li Ûkraynayê berfireh kiriye.
Pûtîn ragihand ku ew ê tenê 4 herêman (Donetsk, Luhansk, Herson, Zaporijya) ên ku di sala 2022’yan de hatin îlhaqkirin bes nebîne û Ûkraynayê tevahî armanc dike.
Serokê Dewleta Rûsyayê hefteya borî bilêv kir ku ew Ûraynayî û Rûsan weke yek gel dibîne.
Pûtîn di forûmeke aboriyê ya li St. Petersburgê hate lidarxistin de axivî û got, “Ûkraynayî û Rus heman gel in, lewma Ûkrayna ayîdê me ye. Her cihê ku Rûsyayê gav lê avêtiye, ya me ye.”
Artêşa Rûsyayê di hefteyên dawî de temamiya Luhansk’ê, her wiha Sumy, Harkiv û cara ewilî li herêmên Dnipropetrovsk qadên biçûk bi dest xist. Ev geşedan nîşan didin ku Rûsyayê car din şer zêde kiriye.