ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga Rêber Apo wê werin şopandin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku di mijara pêvajoyê de daxuyaniyên erênî têne dayin, lê belê gavên pratîkî nehatine avêtin û destnîşan kir ku ji bo pêvajo veguhere çareseriyê divê her kes bi berpirsyariyê rabe.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku diyar kir ku eger îradeya çareseriyê hebe divê gavên şênber bêne avêtin û got, di asta heyî de pêwîstî bi zemîneke hîn mayinde ya danûstandinan heye.
Endama Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif destnîşan kir ku destûra bingehîn a HTŞ'ê û hikumeta demkî demokratîk nînin û ragihand, ku eger bi vî rengî dewam bike wê rêveberî û aqûbeta wê mîna ya Baasê bibe.
Doktora zanista siyasetê ya Misrê Fernaz Attia işaret bi hêza çareseriyê ya banga Rêber Apo kir û got, ji bicihanîna vê yekê dewleta Tirk berpirsyar e.
Têkildarî kuştina Seyithan Durdu (35) îdîaname hate amadekirin. Di îdîanameyê de nakokî balê dikişîne.
Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Remezan Ebd El Rehman ê ku dikana xwe ji cihê firotinê veguherandiye cihê kevneşopiyên kevin wiha got: "Jiyan çiqas bi pêş bikeve, kevneşopiyên me dimînin nasnameya me."