Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku anî ziman ku sererastkirina şert û mercên Rêber Apo meseleyeke şexsî nîne, di heman demê de hêmaneke ku pêvajoya çareserî û aştiyê diyar bike.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku pêvajoya ku bi banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' destpê kir, nirxand û anî ziman ku ji bo rêveçûna erênî ya vê pêvajoyê divê fikrên Rêber Apo bigihêjin civakê, rewşeke welê jê re bê afirandin ku karibe pêvajoyê binirxîne.
SERERASTKIRINÊN HIQÛQÎ ŞERT E
Farûk Hulaku ji bo vê yekê jî işaret bi girîngiya sererastkirinên hiqûqî kir û got, "Mijarên gelekî girîng ên weke aştî û çareseriyê, tenê bi tevlîkirina aktorên giraniya xwe hene yên rasteqîn dikarin bi pêş ve biçin. Birêz Ocalan beriya niha di afirandina atmosfera rawestandina şer û diyarkirina perspektîfên çareseriyê de bi roleke diyarker rabû bû. Lewma tevkariya wî ya li pêvjaoyê ne tenê meseleya mafekî ye; di heman demê de gaveke stratejîk e ku pêşî li çareseriyê veke. Ji bo vê jî divê zemîna hiqûqî bê avakirin, qenalên danûstandinê bêne mayindekirin. Ev yek ji bo aştiya civakî yek ji gavên bingehîn e ku divê bê avêtin."
ZEMÎNA DANÛSTANDINAN A SAZÎ Û MAYINDE
Hulaku destnîşan kir ku beriya her tiştî divê nêta hikumetê ya têkildarî çareseriyê û şer şênber bibe û got, "Eger îradeya çareseriyê heye, ev yek divê tenê bi daxuyaniyan nemîne û bi gavên şênber bê xurtkirin. Di asta heyî de girîng e sûd ji tecrûbeyên rabirdûyê bêne derxistin û zemîneke danûstandinan a sazî û mayinde bê afirandin. Di serî de Birêz Ocalan divê têkiliyeke şênber û zelal bi her kesên karibin tevkariya li pêvajoyê bikin re bê danîn, bawerî ji nû ve bê afirandin. Di vê nuqteyê de aliyê ku divê gavê biavêje diyar e."
DIVÊ HIKUMET ÊDÎ GAVÊ BIAVÊJE
Hulaku diyar kir ku berpirsyariyên cidî dikevin ser milê hikumetê û got, "Aştî bi rengekî yekalî nabe. Aliyê Kurd gelek caran ragihand ku ew ji çareseriyê re amade ye. Niha dem hatiye ku hikumet gavê biavêje. Gava destpêkê jî guhertina şert û mercên Birêz Ocalan e, misogerkirina azadiya wî ye. Ji aliyê hiqûqî ve jî ji aliyê siyasî ve jî avêtina gavê berpirsyariya hikumetê ye. Ji bo edalet, wekhevî, çareserî û aştiyê divê gavên bi wêrekî bêne avêtin. Divê qenalên danûstandinê yên bi Birêz Ocalan re bêne afirandin, fikir û nirxandinên wî bigihêjin raya giştî. Wê demê zemîneke rasteqîn a danûstandinê dikare bê afirandin. Hikumet di vê mijarê de divê berpirsyariya xwe bi cih bîne. Paşeroja Tirkiyeyê bi vê ve girêdayî ye."