Dr. Attia: Berpirsyariya bicihanîna bangê li ser milê dewleta Tirk e
Doktora zanista siyasetê ya Misrê Fernaz Attia işaret bi hêza çareseriyê ya banga Rêber Apo kir û got, ji bicihanîna vê yekê dewleta Tirk berpirsyar e.
Doktora zanista siyasetê ya Misrê Fernaz Attia işaret bi hêza çareseriyê ya banga Rêber Apo kir û got, ji bicihanîna vê yekê dewleta Tirk berpirsyar e.
Dr. Fenaz Attia got, "Aştiya li Tirkiyeyê wê aştiyê bîne Rojhialta Navîn" û destnîşan kir ku Rêber Apo weke afirînerê paradîgmaya konfederalîzma demokratîk ji bo wan kesayetekî girîng e.
Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya 10'ê Cotmeha 2023'an de ku bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' destpê kir, gelek çalakî hatin lidarxistin. Bi milyonan mirov tevlî pêngavê bûn û herî dawî li paytexta Îtalya Romayê bi navê 'Konferansa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re ya Navneteweyî' hate lidarxistin. Ji 16 welatan zêdeyî 300 delege beşdarî konferansê bûn. Ji beşdarên konferansê yên mi Misrê endama Înîsiyatîfa Nûn a Azadî ji Abdullah Ocalan re Dr. Fernaz Attia ji ANF'ê re axivî.
HEWLDANA AŞTIYÊ DIKARE BANDORÊ LI TEVAHIYA HERÊMÊ BIKE
Dr. Fernaz Attia bi vê gotinê bal kişand ser girîngiya konferansê "Abdullah Ocalan piştgiriyê dide aştî, sosyalîzm û azadiya jinê. Divê hewldanên ji bo azadiya wî bi baldarî bêne şopandin." Dr. Fernaz Attia têklidarî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo jî got, "Abdullah Ocalan di navbera dewleta Tirk û Kurdan de hewldana aştiyê ragihand. Ev pêşketin wê aramiyê bîne herêma me, yanî Rojhilata Navîn. Şerê navbera Kurdan û delweta Tirk yek ji pirsgirêkên herî girîng ên li herêmê ye. Abdullah Ocalan weke afirînerê paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk ji bo me kesayetekî girîng e. Ev proje ji bo jiyaneke wekhev û azad a li hemû welatan firsendê pêşkêş dike. Ev yek hêza demokrasiyê yê."
HÊZA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN A BANGÊ HEYE
Dr. Fernaz Attia destnîşan kir ku berpirsyariya dewleta Tirk e ku banga Rêber Apo bi cih bîne û got, "Aştiya ku li Tirkiyeyê pêk were wê aştiyê bîne Rojhilata Navîn." Dr. Fernaz Attia ragihand ku bang xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkan e, rageşî û aloziya li Îran, Sûriye û Iraqê bi bîr xist û destnîşan kir ku dewleta kûr a li Tirkiyeyê li pêşiya çareseriyê dikare bibe asteng.
DANEHEVIYEKE NÛ JI BO JINAN
Li gorî Fernaz Attia zanista Jineolojiyê "Abdullah Ocalan ji bo rola jinê ya li nava civakeke demokratîk û azad, daneheviyeke nû ava kir" û destnîşan kir ku Jineolojî tê wateya demokratîkkirina jiyana jinê ya bi jinê re. Dr. Fernaz Attia got, ev hemû ji bo pêşvebirina projeya neteweya demokratîk e.