Cezayê hepsê li endamên Komîteya Amadekar a Newroza Amedê hate birîn
Doza derheqê 6 endamên Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ya sala 2016’an de ji nû ve hate dîtin û li endaman cezayê hepsê hate birîn.
Doza derheqê 6 endamên Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ya sala 2016’an de ji nû ve hate dîtin û li endaman cezayê hepsê hate birîn.
Rûniştina dawîn a dozê di 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de hate dîtin û li endamên Komîteya Amadekar a Newroza 2016’an a Amedê yên bi navê Hafîze Îpek, Ramazan Kaval, Abdulganî Alakan, Husnu Pervane û Mahmût Çîftçî bi hinceta ‘’muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan’’ 5 meh cezayê hepsê hate birîn. Cezayên Hafîze Îpek û Abdulganî Alakan nehatin taloqkirin.
Her wiha bi hinceta ‘’endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Ramazan Kaval hate birîn.
Doz, piştî Newroza sala 2016’an hatiye vekirin û endamên komîteyê bi hincetên weke ‘’endamtiya rêxistinê’’ ‘’propagandaya rêxistinê’’ û ‘’lidarxistina civîna li dijî qanûnan’’ dihatin darizandin.
Di darizandina ewil de biryara beraatê hatibû dayîn lê belê dadgeha îstînafê ev biryar xirab kiribû û biryar dabû ku doz ji nû ve were dîtin.