Polîsan merasîma sersaxiyê ya ji bo gerîla Abdûrrahîm Erzen asteng kir

Ji bo gerîlayê HPG’ê Abdûrrahîm Erzen (Gabar Botan) ê ku 4’ê Sibata 2025’an li herêma Zapê di şer de şehîd bû, li Mala Şînê ya Cûdî ya li navçeya Cizîr wê konê sersaxiyê hatiba danîn, lê belê polîsan merasîma sersaxiyê asteng kir.

Tevî ku emniyetê ji bo merasîma sersaxiyê destûr dabû jî, polîs bi wesayîtên zirxî ketin mala şînê û bi gotina “ferman heye, em destûrê nadin” malbat derxist jiderve.

Endamên MEBYA-DER’ê jî xwestin sersaxiyê bidin malbatê, lê belê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Piştî astengiyan, malbatê xwest li mizgefta taxê şînê deyne, lê belê polîsan ev jî qedexe kir. Malbat weke çareya dawî, derbasî mala xwe ya li Taxa Cûdî bû û sersaxî li wir qebûl kirin.

Têkildarî bûyerê, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan li Muftutiya Navçeyê geriya û îtîrazê biryara qedexeyê kir. Lê belê Muftutiyê diyar kir ku biryar ayîdê Qeymeqamtiyê ye, lewma ew ê mudaxile nekin.