AKP'ê ji bo roja Newrozê bibe betlaneya giştî pêşnûme qanûn pêşkêş kir
AKP’ê, piştî 23 salan cara ewil ji bo roja Newrozê bibe betlaneya giştî ji meclîsê re pêşnûme qanûn pêşkêş kir. Ev pêngav piştî daxuyaniya Serokkomar Tayyîp Erdogan hat.
AKP’ê, piştî 23 salan cara ewil ji bo roja Newrozê bibe betlaneya giştî ji meclîsê re pêşnûme qanûn pêşkêş kir. Ev pêngav piştî daxuyaniya Serokkomar Tayyîp Erdogan hat.
Pêşniyarên ku ji sala 2000’î û vir ve ji aliyê DTP, BDP, HDP, CHP û MHP’ê ve gelek caran ji Meclîsê re dihatin pêşkêşkirin, ji aliyê AKP’ê ve dihatin redkirin. Lê îsal ev pêşniyar bi tabloyek cuda xwe dide der.
Piştî Erdogan daxuyanî da û got ‘Eger pêşniyarek wiha bê, ez ê erê bikim’, Parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê Serkan Bayram ragihand ku ji bo 21’ê Adarê bibe ‘Cejna Newrozê’ û betlaneya giştî wan ji meclîsê re pêşnûme qanûn pêşkêş kirine.
Beriya niha di salên 2008’an de MHP’ê, di sala 2009’an de CHP’ê û di navbera salên 2010 û 2023’yan de jî parlamenter pêşniyarên mîna vê pêşkêş kiribûn. Ev pêşniyar an neketine rojeva Meclîsê an jî hatine redkirin.
Herî dawî Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, îsal ji bo ku roja Newroz bibe betlaneya giştî pêşnûme qanûn pêşkêşî meclîsê kiribû.