Doktorên Onder: Rîska li ser jiyana wî dewam dike
Doktorên endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder daxuyaniyek dan û gotin, "Rîskên li ser jiyana wî dewam dikin."
Doktorên endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder daxuyaniyek dan û gotin, "Rîskên li ser jiyana wî dewam dikin."
Hate ragihandin ku rewşa cidî ya tendustiya endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder dewam dike, ku şeva 15'ê Nîsanê krîza dil derbas kir û ew rakirin nexweşxaneyê.
Doktoran saet di 12:00 de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku xetereya li ser jiyana Onder dewam dike.
Doktora sereke Çavlan Çîftçî anî ziman ku rehê aort ê Onder hate guhertin, operasyoneke mezin a cerrahî hate kirin û li aliyê rastê yê dilê Onder pirsgirêkên şidandinê heye.
Çîftçî ragihand ku Onder hîn li beşa çavdêriya awarte ye, rîska li ser jiyana wî hîn dewam dike û anî ziman ku wan emeliyateke gelekî metirsîdar kirin ku 12 saetan dewam kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Piştî emeliyata ji 12 saetan, nexweşê me bi piştgiriya ECMO li beşa çavdêriya awarte hate bicihkirin. Rîska li ser jiyana wî hîn jî heye. Herî zêde em tabloya norolojîk meraq dikin, ji ber ku ji dema hatiye û vir ve ne li ser hişê xwe ye. Ji ber ECMO'yê em vê rewşê nikarin bi rengekî rasteqîn binirxînin."
Cerrahê Dil û Reh Prof. Dr. Ertan Sagbaş ê tevlî emeliyatê bû û diyar kir ku dîseksiyona aort ji xwe yek ji patolojiyên sereke yên cerrahiya dil reh e û got, "Dixwazim tiştekî din lê zêde bikim. Dîseksiyon vegeriya bû. Rehê koronel ê rast, yek ji wan rehan e ku dil xwedî dike û ketiye nava dîseksiyonê. Her wiha di devê koroner de jî cihek çiriya bû. Dibe ku piştî ku Sirri Beg hat 112 Lezgîn piştî ku qala êşa xwe kir ket erdê û ji ber vê yekê çiriya be. Krîza dil jî lê zêde bû. Me hemû sererast kir, lê belê ji ber ku dil gelekî derb xwar, me hinekî bêhn da ber dil. Me kontrola xwînbûyînê kir. Bi piştgiriya ECMO re emeliyatê 12 saetan dewam kir."