Onder ji emeliyatê derket, di bin çavdêriya awarte de ye

Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî ku krîza dil derbas kir hate emeliyatkirin û di bin çavdêriya awarte de tê hiştin.

Endamê Heyeta Îmraliyê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder 15'ê Nîsanê saet di 23:00 de li Stenbolê krîza dil derbas kir.

Onder bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Florence Nightingale û hate ragihandin ku rehê wî yê aort ê bingehîn seraserî çiriya ye. Lewma jî bi lez hate emeliyatkirin.

Emeliyat serê sibehê saet di 07:00 de qediya.

Piştî emeliyatê Onder xistin bin çavdêriya awarte.

Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Onder hîn cidî ye û bi cîhazê ve girêdayî ye.