Kampanyaya ‘Sêşema NA Ji Cezayê Darvekirinê re’ didome

Girtiyên li 40 girtîgehên cuda ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên ragirtin di çarçoveya kampanya “Sêşema NA Ji Cezayê Darvekirinê” de dest bi greva birçîbûnê kirin.

Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 40 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 64’emîn de didome. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyên li 40 girtîgehên cuda yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên ragirtin dest bi greva birçîbûnê kirin.

Di vê heftiyê de jinên li Qawîşa Jinan a Zahîdan û Girtîgeha Ezberem a Lahîcanê tên ragirtin tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûn.

Girtiyên tevlî çalakiyê bûne bi daxuyaniyekê ragihandin ku di 7-8’ê Nîsanê de tenê 28 kes hatin darvekirin. Girtiyan diyar kir ku li Îranê bi hezaran girtiyên siyasî û edlî di bin gefa cezayê dervekirinê de ne û banga hestiyarê li raya giştî kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li Girtîgeha Meşhed a Vakîlabadê piştî 10 salên girtîbûn û êşkenceyê 5 girtiyên siyasî hatine darvekirin. Ciwanê Belûç ê 22 salî Alî Dehanî bêyî darazekî adil hat înfazkirin; her wiha girtiyekî zarok li Girtîgeha Gonbad a Kavusê hat deravkirin; di navbera 7-13’yê Nîsanê de jî 18 Belûç hatine darvekirin.”

BANGA BERXWEDANÊ

Bi domdarî wiha hate gotin: “Li Îranê binpêkirina sîstematîk û giran a mafên mirovan ji bo civakê, parêzvanên mafên mirovan û saziyên navneteweyî hişyariyeke cidî ye. Her bêdengî û bêçalakî wê bibe sedema bêtir a girtî û mirov jiyana xwe ji dest bidin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kampanya “Sêşema NA Ji Cezayê Darvekirinê re”

ne tenê ji bo Îranê, lê ji bo hemû parêzvanên mafên mirovan li seranserê cîhanê bangeke hevpar a berxwedanê ye.