15 baroyên li Kurdistanê ji bo rojeva pêvajoyê diçin Enqereyê

Serokên Baroyên 15 bajarên Kurdistanê têkildarî rojeva pêvajoyê destûra bingehîn a nû, di 17-18’ê Hezîranê de diçin Enqereyê.

Serokên 15 Baroyên ji Kurdistanê dê di 17-18 Hezîranê de biçin Enqereyê û derbarê destûra bingehîn û rojeva pêvajoyê de bi nûnerên partiyên siyasî re rêze hevdîtin pêk bînin.

Serokên baroyan dê di 17’ê Hezîranê de biçin serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Gel a Komarî (CHP), di 18’ê Hezîranê de jî dê biçin serdana Partiya Yenî Yol û Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş.

Di hevdîtinên hatin kirin de, wê der barê xebatên destûra bingehîn de wê bi çi rengî bi awayekî qanûnî dewam bike, plansaziya parlamentoyê di vê mijarê de çi ye û daxwaz û pêşniyar werin pêşkêşkirin de agahî werin bidestxistin.  

Navê baroyên ku wê serdanê bikin wiha ne: Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Dersim, Amed, Colemêrg, Îdir, Qers, Mûş, Riha, Şirnex û Wan.