Îranê bi zêdetirî 100 fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir: 40 kes birîndar bûn

Îranê bi zêdetirî 100 fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir. Hat diyarkirin ku di êrîşê de herî kêm 40 kes birîndar bûn.

ŞERÊ ÎRAN Û ÎSRAÎLÊ

Dewleta Îranê li dijî êrîşa Îsraîlê ku di 13’ê Hezîranê de pêk hat, bersîv da û bi fuzeyên balîstîk li Tel Avîvê xist. 

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Îranê nêzî 100 fuzeyên balîstîk avêtine Îsraîlê û gelek ji wan li hewa tine kirine. Hat ragihandin ku Îranê li Tel Avîvê xist û di encamê de nêzî 40 kes birîndar bûne. Êrîşên Îranê yên li dijî Îsraîlê didomin.  

Tê diyar kirin ku Artêşa Îsraîlê fuzeyên Îranê li hewa tine dike.