Wê merasîma Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate lidarxistin

Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz wê 17’ê Hezîranê xwediyên xwe bibînin.

GURBETELLÎ ERSOZ

Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz wê 17’ê Hezîranê xwediyên xwe bibînin. Ji bo merasîma xelatê ya ji aliyê Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamya (MKG) ve hatî lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.

GURBETELLÎ ERSOZ KÎ YE?

Gurbetellî Ersoz sala 1965’an li gundê Ziver a girêdayî navçeya Palo ya Xarpêtê hate dine, perwerdeya xwe ya destpêkê li gundê xwe, ya dibistana navîn jî li Edeneyê qedand. Piştî Beşa Kîmyayê ya Zanîngeha Çûkûrova qedand, li qada Derdor û Enerjiyê lîsansa bilind qezenc kir û heya sala 1993’yan, weke asîstanê kîmyayê xebitî. Di sala 1993’yan de jî di rojnameya Ozgur Gundem de dest bi rojnamevantiyê kir. Ersoz weke yekemîn derhênera jin a weşana giştî ya Tirkiyeyê derbasî dîrokê bû.

Ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz a ku 8’ê Cotmeha 1997’an li Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, 8’ê Cotmehê weke “Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd” hate ragihandin û bû sembola rojnamevanên jin. Bi sekna xwe ya bi wêrek a di Çapemeniya Azad de, pêşengî ji medyaya Kurdî re kir.