Parêzera Taşdemîr: Me heta niha qet agahî jê negirtine

Parêera Gulîzar Taşdemîr Raziye Tûrgût got, destûr nayê dayin ku ew muwekîla xwe bibînin û işaret bi metirsiya êşkenceyê kir.

Aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr roja 4'ê Tîrmehê ji aliyê Norwêcê ve radestî Tirkiyeyê hatibû kirin û ji hingî ve agahî jê nayê girtin. Malbat û parêzerên wê ji bo dîtina Taşdemîr çûn emniyetê, lê belê destûr nayê dayin ku Taşdemîr bibînin.

Ji parêzerên Taşdemîr Raziye Tûrgût li ser mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku roja Înê ji bo dîtina muwekîla xwe ew çûne Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê û du saetan ji aliyê polîsan ve hatine rawestandin. Tûrgût got, "Nîv saetê piştî ku me destûra ji bo ketina hundir girt, hatin cem me û ji me re gotin, 'Gulîzar Taşdemîr demeke dirêj li Norwêcê bû û ji ber ku li vir parêzerê/ê nîne, daxwaza parêzer nekiriye'."

Tûrgût da xuyakirin ku li ser daxwaza malbata Taşdemîr ew ji bo hevdîtinê hatne û got, "Me ji polîsan re got, 'Em wê bibînin. Eger tiştekî bi vî rengî gotibe, ji xwe em ê pê re rûnenên'. Li ser vê yekê ji me re gotin ku der barê mijarê de rapora wan hene. Me xwest raporê bibînin, lê nîşanî me nedan. Bi ti awayî me nekarî agahiyê jê bigirin."

Tûrgût bi dewamî got, "Pêvajo bi rengekî nehiqûqî dewam dike. Dibe ku êşkence lê hatibe kirin. Ji ber ku nehiştin em wê bibînin, me nekarî tiştekî bikin. Em ê roja Duşemê serî li dozgeriyê bidin."