Ev 4 roj in agahî ji Gulîzar Taşdemîr nayê girtin

Agahî ji aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr nayê girt ku Norwêcê ew roja 4'ê Tîrmehê bi rengekî nehiqûqî radestî Tirkiyeyê kiribû. Tevî israra malbatê û parêzeran, rayedarên emniyetê agahiyê nadin. Malbata Taşdemîr bi fikar e.

Aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr roja 4'ê Tîrmehê ji aliyê Norwêcê ve radestî Tirkiyeyê hatibû kirin û ji hingî ve agahî jê nayê girtin.

Taşdemîr sala 2015'an ji bo mafê penaberiyê serî li rayedarên Norwêcê da, lê belê bi gotina "Tu siyasî nîne, tu vegere Tirkiyeyê jî xeterî ji bo te nîne" serlêdana wê nehate qebûlkirin. Taşdemîr ji ber vê bersiva Norwêcê, serî li Elmanyayê da lê belê 2'ê Tîrmehê bi lez û bez radestî Norwêcê hate kirin. Norwêcê jî roja 4'ê Tîrmehê bi rengekî kelepçekirî radestî Tirkiyeyê kir.

Ji 4'ê Tîrmehê û vir ve agahî ji Gulîzar Taşdemîr nayê girtin. Tê texmînkirin ku Taşdemîr li Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Stenbolê (TEM) girtî ye. Taşdemîr ku nexweşiyên giran pê re hene, nayê zanîn bê muameleyeke çawa lê tê kirin. Malbat û parêzerên wê ji bo agahiyê jê bigirin hewl didin, lê heta niha agahiyek jê negirtine.

Herî dawî bavê Taşdemîr Mûstafa Taşdemîr tevî parêzeran serî li emniyetê dan, lê belê gef li wan hate xwarin. Li gorî agahiyan, rayedarên midûriyeta emniyetê ya Stenbolê gef li malbatê xwarine û ji wan re gotine, "Hûn nikarin keça xwe li vir bibînin. Kengî kete girtîgehê, hûn ê wê çaxê li girtîgehê wê bibînin." Malbata Taşdemîr ji jiyana keça xwe ya nexweş bi fikar e.