Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.

Hevseroka KCD'ê Guven ku ji 8'ê Mijdarê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye, peyam da û got, "Bêdengiya li pêşberî tecrîdê tê wateya qebûlkirin û hevkariya vî sûcî."

Endamê Komîteya Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo nerazîbûn nîşanî biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê da û got, gelê Kurd wê vê yekê ti carî qebûl neke. Têlo bang li DYA'yê kir ji bo ji biryara xwe vegere.

Li DMME'yê di Doza Cizîrê de di danişînê de serlêdana du serlêdaran hate dîtin, her wiha hate dîtin ku hikûmeta Tirk dema bersivdayina komkujiyê û hesabdanê tengijî û xwe bi gotinên giroverik bersiv da.

KJK’ê ji bo Kebîre Dogan peyama sersaxiyê weşand û got, “Ji bo ku dayîk bikaribin tevî zarokên xwe di welatekî azad de bijîn, em careke din soza serketinê didin.”

PDK li ser partiyên ku ew ê di hikumeta nû de cih bigirin, bernameya xwe ferz dike.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Em ê desthilatdariya xwecihî ti carî radestî zîhniyeta faşîst a AKP'ê nekin" û ji alîgirên demokrasiyê xwest, li hev bicivin.

Sîsê Bîngol, girtiya nexweş got, ''Beriya ku ez bimirim min ji vir derxin, min bibin gundê min''.

Parlemetera HDP’ê Başaran a têkildarî doza ‘Qetlîama Jêrzemînan a Cizîrê’ a ku sala 2015’an li Cizîrê pêk hat ku li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dewam dike daxuyaniyek da û diyar kir ku divê li dijî qetlîaman bêdengî bi dawî bibe.

Cenazeyê Dayika Mezlûm Dogan Kebîre Dogan li gundê Teman a navçeya Mêzgêr spartin axê. Bi sedan kesên ku Hevserokê KCD Bedran Ozturk û parlemeterên HDP’ê jî di nav de yên ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin xwegihandin gund û tevlî merasîmê bûn.