HDP: DMME û NY’yê divê bêdengiya xwe ya li qetlîama Cizîr û yên din bi dawî bike

Parlemetera HDP’ê Başaran a têkildarî doza ‘Qetlîama Jêrzemînan a Cizîrê’ a ku sala 2015’an li Cizîrê pêk hat ku li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dewam dike daxuyaniyek da û diyar kir ku divê li dijî qetlîaman bêdengî bi dawî bibe.

Parlemeterê berê yê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî, destnîşan kir ku divê bi taybet Neteweyên Yekbûyî (NY) di lêkolînkirina qetlîamên hatî kirin de bi israr û navek li bûyerên rû dayî bike.

Rûniştina doza ku li DMME’yê dom dike Berdevka Komîsyona Mafê Miorvan û Hiqûqê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz şopandin. Têkildarî rûniştinê li pêşiya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê daxuyaniyek hate dayîn.

Başaran ev tişt got: “Me îro şahidî ji rûniştinekî girîng re kir. Cara yekem e têkildarî qetlîama Cizîrê li DMME’yê rûniştinek pêk tê. Demeke dirêje şansekî ku li dijî qetlîamên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd dike derketiye ku dengê xwe bilind bikin. Ji bo vê ev dosya xwedî wateyekî dîrokî ye.

 ‘EV RÛNIŞTIN ŞANESEKE KU JI BO LI DIJÎ QETLÎAMAN DENGÊ XWE BILIND BIKIN’

Başaran bibîr xist ku hemû cîhanê şahidî ji qetlîamên li Cirzîrê hatin kirin re kir û wiha dom kir: “Qedexeya derketina derve hebû, bajar hatibûn dorpêçkirin. Hemû cîhanê guh li vî dengî bû, şahidî ji vê demê re kirin. Di vê pêvajoyê de di serî de NY, Parlemetoya Ewropa û saziyên ku ji bo xwe digotin ‘demokrat’ têkildarî vê qonaxê tiştek nekirin. Di rastiyê de nerazîbûnek raberî Tirkiyeyê nekirin. Tevî vê hemûyê îro li Strasboûrgê li DMME’yê şansekî derketiye pêşiya me ku vê bêdengiya xwe bi dawî bikin.”

‘LI VIR JÎ HEWLDAN HENE KU QETLÎAMAN BINIXÛMÎNIN’

Başaran da xuyankirin ku di tevahiya rûniştinê de ti pirsên ji aliyê dadgeh û parêzeran ve hatin kirin hikûmetê bersiv nedan û wiha pêde çû: “Di vin navên sirên dewlet, têkoşîna bi terorê re jî, li vir jî hewl tên dayîn ku qetlîaman binixûmînin.”

‘DIVÊ DMME’YÊ DI FERQA ERKA XWE DE BE Û BERSIV BIDE’

Başaran bal kişand ser dadgeha DMME’yê ku li dijî sûcên li ser mirovan û parêzvanên mafê mirovan tên kirin xwedî helwest be û bikeve ferqa erka xwe û birarekê bide û got: “Wê bendewariyên me yên di vî war de bidomin.”

 ‘ÇAVGIRTINA LI QETLÎAMAN TÊ WATEYA ÇAVÊ XWE LI ŞERÊ LI TIRKIYEYÊ KÛR DIBE GIRTINE’

Başaran destnîşan kir ku divê DMME’yê bi lezgîn ji bo êş kûr nebin biryareke rast bide û wiha dom kir: “Li vir tenê qetlîam li ser Kurdan nehate kirin, ne tenê li ser Cizîriyan hate kirin. Ya li wir hate qetilkirin mirovahî bû. Di kesayeta Orhan, Omer, Mehmet û Eyşê de mirovahî hate qetilkirin. Çavgirtina li vê tê wateya çavgirtina şerê ku her diçe li Tirkiyeyê kûr dibe ye. Çavgirtina li vê tê wateya hevkariya sûcêkirinê. Di vê DMME’yê bi vê erk, ferqêbûnê de di demeke herî kin de, bê ku rê bide zêdebûna êşan, biryara xwe bide.

SARIYILDIZ: SÛCÊN MEZIN HATIN KIRIN

Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî axivî û bibîr xist ku li Cizîrê qetlîameke mezin û sûcên dij mirovahiyê hatin kirin. Sariyildiz wiha domand; “Fermana dorpêçkirina bajêr û êrîşan ji aliyê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ve hate dayîn û gelek bajêr hatin hilweşandin û ji nexşeyê hate rakirin. Gunehên gelek mezin hatin kirin. Bi komî mirov hatin şewitandin. Xwendekarên zanîngehê, aktivîstên sivîl hatin şewitandin. Rojnameger û kesên belge fîlman jî çêdikin hatin şewitandin.

Saryildiz diyar kir ku li hemberî van sûcên mirovahiyê ezmûneke mezin li pêşiya DMME’yê ye û wiha got; “Yan wê civaka medenî ya Ewropa di aliyê rast de xwedî li nirxên hiqûqî derbikeve û biryarek bide yan jî weke heta niha wê bêdeng bimînin û alîkariyê bide şerê heyî.”

GOTINA ‘QIYAMET’ TÊRÊ NAKE, DIVÊ NAV BÊ DAYÎN

Sariyildiz got divê Ewropa ji bo koçberiya bi hezaran welatiyên Rojhilata Navîn re bêdeng nemîne û wiah domand; “Dema li Cizîrê komkujî dihate kirin Komîserê Bîlind yê Mafê Mirovan yê Netewên Yekbûyî yê wê demê ji bo bûyeran digot “Qiyamet’. Tişta li vir pêk hatî sûcê şer û dij mirovahiyê ye divê navê wê bê dayin. Divê ev hemû li dadgehên sûc û cezayê ya navnetewî werin darizandin.”

BANGA LÊKOLÎNA BÛYERAN A JI BO NY

Sariyildiz got birînên li Cizîrê ‘hê gelek nû ye’ û wiha dewam kir; “Bûyerên li Cizîrê qewimin ji bo mirovahiyê deqek reş bû. Eger mirovahî dixwaze ji vê deqa reş rizgar bibe, eger NY dixwaze pêşî li komkujiyên wiha bigre divê bûyerên li wir lêkolîn bike û bi israr be. Madem hûn dixwazin li wir lêkolînekê bikin tevî hemû tiştî divê hûn vêya pêk bînin.”

Sariyildiz got astengkirina NY ji aliyê Tirkiyeyê ve bi vekirî lixwe mikûrhatina sûcê şer e. Sariyildiz got DMME çi biryar bide bila bide wê têkoşîna wan bidome.