KJK’ê ji bo Kebîre Dogan peyama sersaxiyê weşand

KJK’ê ji bo Kebîre Dogan peyama sersaxiyê weşand û got, “Ji bo ku dayîk bikaribin tevî zarokên xwe di welatekî azad de bijîn, em careke din soza serketinê didin.”

Koordînasyona KJK’ê ji bo Kebîre Dogan a ku dayîka damezirînê PKK’ê Mazlûm Dogan e, peyameke sersaxiyê weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Kebîre Dogan rehmet kir a ku dayîka rêheval Şehîd Mazlûm Dogan e yê ku damezirînerê PKK’ê ye û di zindana Amedê de pêşengiya berxwedanê kiribû. Dayîka Kebîre di jiyana xwe ya nêzî sed salan de êş û berxwedanên mezin dît. Kurê wê Mazlûm Dogan ê ku bi hestên mezin ên welatparêziyê mezin kiribû, di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bi bîr û baweriyeke mezin pêşengtî kir.

Li Kurdistanê herî zêde dayîkên me êşên mezin kişandin. Dayîkên Kurd di nava berxwedaneke mezin de, berdêlên giran dan. Dayîkên me çawa ku li Mezopotamya û Rojhilata Navîn pêşengî ji mirovayetiyê re kirin, îro jî li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêşengiyê ji vejîn û jiyaneke mirovane re dikin. Dayîka Kebîre her dem li ba kurê xwe Mazlûm Dogan bû. Bi vê wesîleyê em careke din li ser navê KJK’ê sersaxiyê dixwazin. Ji bo ku dayîk bikaribin tevî zarokên xwe di welatekî azad de bijîn, em careke din soza serketinê didin.

Em careke din sersaxiyê ji malbata wê ya welatparêz û ji gelê xwe re û sebr û deyaxê ji xizm û zarokên wê re dixwazin.”