Guven: Bêdengî tê wateya qebûlkirina tecrîdê

Hevseroka KCD'ê Guven ku ji 8'ê Mijdarê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye, peyam da û got, "Bêdengiya li pêşberî tecrîdê tê wateya qebûlkirin û hevkariya vî sûcî."

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 8'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ye, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi rêya parêzerên xwe bersiv da pirsên ANF'ê.

Guven bal kişand ser hewldanên Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û diyar kir, di serî de gelên Tirkiyeyê hemû cîhanê hewldan, samîmiyet û hêza çareseriyê ya Ocalan dîtin.

Guven pêvajoya hevdîtinên bi Ocalan re bi bîr xist û got, "Nêzî 3 salan şer û êş daket asta herî nizm. Hat dîtin ku pêvajoya bêşer daxwaz û hesreta civakê ye. Dem hatibû ku êdî hin gavên mayinde bên avêtin, lê hin hêzên tên zanîn û hinek ên nayên zanîn ketin dewrê. Ev ked û hewldan danîn aliyekî. Ji nû ve pêvajoya şer dest pê kir."

GAVA DESTPÊKÊ TECRÎD BÛ

Guven diyar kir, bi destpêkirina pêvajoya şer re gava ku destpêkê hate avêtin tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan bû û wiha dewam kir:

"Bi tecrîdeke giran nehiştin ku dengê Birêz Ocalan bigihêje derve. Pêşdîtinên Birêz Ocalan yek bi yek bi cih tên. Sîstem gelekî ji vê nêrînê ditirse. Lewma tecrîd roj bi roj tê şidandin. Em zanin ku tecrîd polîtîkayeke derve ye. Nêzîkatiya saziyên navneteweyî ya li pêşberî vê kiryara li derveyî mirovahiyê, her tiştî bi rengekî vekirî radixe pêş çavan. Di serî de CPT, hemû saziyên navneteweyî li pêşberî vê rewşa cidî xwe ker û lal kirine. Nêrînên Birêz Ocalan û hêza sîstema ku hewl dide ava bike, ji bo xwe metirsîdar dibînin. Rastiya Kurd û Kurdistanê terorîze dikin. Dewleta Tirk jî xwe dispêre vê yekê û gel û saziyên Kurdan terorîst îlan dike. Hinek jî tenê li vê rewşê temaşe dikin."

REWŞA HEYÎ NE YA DOMANDINÊ YE

Guven anî ziman ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û bi bîr xist, Ocalan nikare malbat û parêzerên xwe bibîne, nikare ji mafên axaftina bi telefonê sûdê werbigire.

Guven işaret bi bêdengiya saziyên navneteweyî ya li pêşberî kiryarên il Îmraliyê kir û got, "Nepêkane ku ev yek bê qebûlkirin. Li gelek paytextên Ewropayê bi deh hezaran Kurd bi salan e çalakiyan li dar dixin. Deverek nemaye ku serî li wan nedane. Ji çalakiya rûniştinê heta greva birçîbûnê gelek çalakî hatin kirin. Tevî van hemûyan jî saziyên navneteweyî bala xwe nadin ser mijarê. Bêguman gelek sedemên vê hene, lê belê ne rewşeke domadinê ye. Ne rewşeke qebûlkirinê ye. Divê ev bê zanîn."

'EZ WEKE TECRÎDKIRINA XWE DIBÎNIM'

Leyla Guven diyar kir, ji zindana Amedê, ji keleha berxwedanê wê xwestiye bersivê bide daxwaza gelê xwe û wiha dewam kir: "Bila şaş neyê fêhmkirin, bi hezaran fedayiyên vî gelî hene û ji bo Birêz Ocalan bi her awayî çalakî kirine. Vî gelî di serî de li zindanan li her devera cîhanê bi salan bi lehengî li ber xwe da. Ez jineke Kurd im û min bi îdeolojiya azadî û rizgariya jinê ya Birêz Ocalan xwe nas kir. Lewma ez tecrîdkirina wî weke tecrîdkirina xwe dibînim. Bêguman pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke mezin e û bi tena serê xwe nikarim meseleya tecrîdê çareser bikim. Lê belê bi manewiyata Zindana Amedê re, mîna gêrîka ku av ji Hz. Îbrahîm re bir, ez jî xwedî heman hestê me. Çalakiyên li vê zindanê hatin lidarxistin dîroka Kurdan guherandin. Bi hurmeta xwe ya li wan lehengan min dest bi vê çalakiyê kir."

HETA KU TECRÎD BÊ RAKIRIN

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi bîr xist ku gel û saziyên Kurdan bi salan e di vê mijarê de têdikoşe û wê jî xwestiye tevlî van hewldanên gel bibe. Guven got, "Heta ku tecrîd were rakirin hewldanên me wê bidomin. Dixwazim bêjim, di serî de Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, gelê me yê berxwedêr ê il Ewropayê û çar parçeyên Kurdistanê pê zane ku heta tecrîd neyê rakirin wê xwe azad nebîne. Bêdengiya li pêşberî tecrîdê tê wateya qebûlkirin û hevkariya vî sûcî. Girîng e her kes bi erk û wezîfeya xwe ya însanî û exlaqî rabe. Bi hêza xwe em dikarin aştiya civakî bînin vê derê. Ji bo Birêz Ocalan karibe rola xwe bilîze, têkoşîna me wê şert û mercên heyî biguherîne."