Bûldan: Alîgirên demokrasiyê divê li dijî AKP'ê li hev bicivin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Em ê desthilatdariya xwecihî ti carî radestî zîhniyeta faşîst a AKP'ê nekin" û ji alîgirên demokrasiyê xwest, li hev bicivin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li civîna koma partiya xwe ya li meclîsê axivî.

Bûldan ji ber wefata dayika Mazlûm Dogan Kebîre Dogan sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re xwest.

Bûldan bi bîr xist ku salvgera 81'ê ya darvekirina Seyîd Riza ye û got, "Neviyên Seyîd Riza, gelê Kurd ji wê rojê ve serê xwe li ber kesî netewandin. Ev berxwedan 81 sal in bûye kul û derd di dilê zaliman de. Bi sedan salî wê bi vî rengî dewam bike."

TIFAQA LI KURDISTANÊ Û ROJAVAYÊ TIRKIYEYÊ

Bûldan işaret bi êrîşên li partiya wan kir û got, AKP ji biryardariya wan ditirse lewma operasyonên qirkirina siyasî dike.

Li ser amadekariyên hilbijartinên xwecihî jî Bûldan got, "Bi partiyên Kurdan re li herêmê hevdîtinên me yên ji bo tifaqê bi rengekî erênî dewam dikin. Li rojava jî em li ser wê yekê disekinin bê çawa dikarin tifaqeke berfireha demokratîk bikin. HDP bi awayê herî xurt xwe ji hilbijartinê re amade dike. Namzetên me wê li gorî daxwaza demokratîk a gelê me be. Em timî bi gelê xwe piştrast bûn û em ê her piştrast bin. Em bê bawer in ku wê tercîha herî rast bikin."

Bûldan bi bîr xist, dema serlêdana ji bo bernamzetiyê ji 20'ê Mijdarê heta 5'ê Kanûnê ye û ji bo bernamzetiyê bang kir.

Bûldan diyar kir, hilbijartinên xwecihî wê rejîma yek şexsî li nava Qesrê asê bike û got, "Em ê desthilatdariya xwecihî ti carî radestî zîhniyeta faşîst a AKP'ê nekin."

Bûldan got, 31'ê Adarê firsendeke dîrokî ye ji bo xelasiya ji vê desthilatdariyê û bang li hemû alîgirên demokrasiyê kir ku li hev bicivin.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Bûldan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Tecrîda giran a li Îmraliyê ji vê rewşa em di nav de ne cuda nîne."

Bûldan wiha bi mijarê daket: "Me dît ku dema bi Birêz Ocalan re hevdîtin dihatin kirin li vî welatî xwîn nedirijiya, kes nedimir û ji ti malê darbest nedihat rakirin. Piştî ku AKP'ê dawî li pêvajoya çareseriyê anî û şer dest pê kir, dîsa mirov hatin kuştin. Bi qedandina pêvajoya çareseriyê re tecrîdkirina Ocalan hate şidandin û bi hezaran mirov li ser vê axê mirin."

Bûldan işaret bi greva birçîbûnê ya Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven kir ku li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger û Leyla Guven û çalakiya wê silav kir.

Bûldan diyar kir, ew vê çalakiyê weke rexneyekê li xwe dibînin, haya wan ji berpirsyariyên wan heye û got, "Em bersivê didin vê rexneya hêja ya Birêz Leyla Guven û sozê didin ku heta tecrîdê bişikînin em ê têkoşîna xwe geş bikin. Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku hîn bi xurtî xwedî li hevala me Leyla Guven derkevin."

Bûldan got, qedandina tecrîdkirina Ocalan bi kêrî hemû gelên Rojhilata Navîn tê û bang li hikumetê kir ku tavilê ji vê polîtîkaya metirsîdar vegere.

'BIYARA DYA'YÊ HEQARET E LI GELÊ KURD'

Di dewama axaftina xwe de Bûldan işaret bi biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê kir û got, "Yên ku beriya niha bi 20 salan Birêz Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin û hewldan bi vê yekê re gelên Kurd û Tirk li ber hev rakin, niha jî hewl didin bi dayina pereyan komployên xwe bidomînin. Ji wan heye ku bi van rêbazên tarî dikarin pirsgirêkan açreser bikin. Ev nêzîkatî heqaret e li gelên Rojhilata Navîn, li gelê Kurd. Hûn temamiya mal û milkên dinyayê bidin jî bi vê zîhniyetê nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin û nikarin gelê Kurd ji rêya wan vegerînin."

'KIRYARÊN KU MEHDÊ MIROVAN DIXELÎNE LI EFRÎNÊ RÛ DIDIN'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Bûldan bal kişand ser dagirkeriya li Efrînê jî got, "OSO ku ji aliyê van ve weke 'rêveberiya azadîxwaz' tê nîşandan, kiryarên welê li Efrînê dike ku mehdê mirovan jê dixele. Çeteyên pişta xwe didin Tirkiyeyê, ji aliyekî ve li Efrînê talanê dikin, li aliyê din jî jin û zarokan direvînin û fîdyeyê dixwazin. Krîza însanî ya li Efrînê giran dibe. Em ji dîrokê baş zanin ku ev zilm ji kesî re nemaye."

DOZA 'JÊRZEMÎNÊN HOVÎTIYÊ' YA LI DMME'YÊ

Bûldan bi bîr xist ku îro li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê doza li ser sûcê li dijî mirovahiyê yê li jêrzemînên hovîtiyê yên li Cizîrê heye û got, "Parlamentera me ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û Parlamenterê me yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz doza li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li wir dişopînin. Em pê bawer in ku çi zû çi dereng wê kiryarên vî sûcê li dijî mirovahiyê li pêşberî edaletê hesab bidin."