Sîsê Bîngol: Min bibin gundê min

Sîsê Bîngol, girtiya nexweş got, ''Beriya ku ez bimirim min ji vir derxin, min bibin gundê min''.

Rewşa tenduristiyê ya Sîsê Bîngol a ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a  Tîpa T'yê ya Tarsûsê rehîn tê girtin û 4 sal û 2 meh ceza li ser hene, giran e.

Bîngol 2'yê Mijdarê ji boku rapor were derxistin ku nikare li girtîgehê bimîne 2'yê Mijdarê rakiribûn Nexweşxaneya Fakuleta Tibê ya Zanîngeha Mêrsînê. Bîngol ku 8 rojan li nexweşxaneyê tedawiya wê hate kirin, li gel ku rewşa wê ne baş bû jî duh ew ji nexweşxaneyê derxistin û dîsa şandin girtîgehê. Her wiha nehiştin ku keça wê Hasbike Kanmaz li nexweşxaneyê li cem diya xwe bimîne.

MALAVAYÎ DA

Sîsê Bîngol ku keça xwe dîtî, kesên ku destek danê malavayî li wan kir û got, ''Beriya ku bimirim, heke karibin min ji vir derxînin, bibin gundê min.''

Hasbike Bîngol wiha got: ''Kontrolên tenduristiyê û tehlîlên xwînê yên diya min nekirine. Ji bo ku rapora tenduristiyê were standin divê tehlîlên xwînê werin standin. Hevalên wê yên gritîgehê jê re dibin hêz û moral. Hevalên wê yên li koxuşê hemû lêzimiyên wê bi cih tînin. Diya min xwest ku gel lê xwedî derkeve. Dixwaze kêlî beriya kêliyekê derkeve.''