PDK ji bo hikumeta nû bernameya xwe ferz dike!

PDK li ser partiyên ku ew ê di hikumeta nû de cih bigirin, bernameya xwe ferz dike.

Li Başûrê Kurdistanê di 30’ê Îlonê de hilbijartina parlementoya herêmî hatibû kirin. Gelek partiyan diyar kirin ku di hilbijartinan de dek û dolab hatiye kirin û îtîraz kiribûn. Piştî eşkerekirina encaman, her kesî berê xwe da hikumeta nû ya ku ew ê were avakirin.

Tê payîn ku di vê hefteyê de ji bo avakirina hikumeta nû di navbera PDK û YNK’ê de hevdîtin were kirin.

ŞERTÊN PDK’Ê

Beriya avakirina hikumetê hê tu hevdîtin pêk nehatiye lê rayedarên PDK’ê hin şertan pêşkêş dikin. Şertên PDK’ê ev in ku partiyên din bernameya wan qebûl bike û di demên krîzê de bila tu alî xwe ji hikumetê venekişînin.

Berdevkê Meclîsa Serokatiya Silêmanî-Helepçeyê yê PDK’ê Eta Şeyh Hasan derbarê vê meseleyê daxuyaniyek da. Şeyh Hasan got ku “Aliyan ji bo vê meseleyê gelek caran soz dan lê piştre xwe vekişandin. Niha pêvajoyeke girîng li ber me heye. Di warê parastina Kurdistanê de berpirsyariyên me hene. Hemû aliyên ku mafê temsîlkirina gel stendine, di çarçoveya rêgezên neteweyî de ji bo Kurdistaneke xurt dikarin di kabîneyê de cih bigirin.”

HIN RAYEDARÊN YNK’Ê JÎ LI SER VÊ FIKRÊ NE

Berpirsê Têkiliyên Derve yê YNK’ê Tahsîn Namik jî got ku, “Divê aliyên ku ew ê tevlî hikumetê bibin, garantiyê bidin ku ew ê piştre xwe venekişînin. Heke aliyên ku ew ê bernameya hikumetê qebûl bikin, vê garantiyê bidin, ew ê bernameyeke xurt a hikumetê pêk were.”

‘PDK BERNAMEYA XWE FERZ DIKE’

Siyasetmedar, pisporên siyasetê, ronakbîr û nivîskar diyar dikin ku PDK ji dêvila bernameya hikumeta nû, bernameya xwe ya partiyê ferz dike.

Şertên niha yên ku PDK li ser partiyan ferz dike, li şertên hikumeta berê dihat. Ji ber ku partiyên hikumeta berê, heta dawiyê di hikumetê de man. Piştî krîzên li Kerkûk û herêmên bi nîqaş Komaley Îslamî û Goran xwe ji hikumetê vekişandibûn. Ji ber ku wezîr ji peywirê hatin stendin û biryara PDK’ê ya ji bo serokê parlementoyê yê ji Tevgera Goranê, partiyan xwe vekişandibûn.